Hiso: ENKS yasayên Rêveberiya Xweser bin pê dike

Hiso da zanîn ku xwendina bi zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê yek ji prensîbên demokrasiyê ye, lê tevî wê yekê jî ENKS pêdagir e li ser helwêsta xwe.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Cîbicîkar a Kantona Cizîrê ragehand ku wernegirtina destûrê ji aliyê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve bo xwepêşandanên ku li bajarên Rojavayê Kurdistanê dike, binpêkirina yasayên Rêveberiya Xweser e.

Derbarê mijarê de Serokê Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, ji K24ê got ku wernegirtina destûrê ji bo xwepêşandanên ku ji aliyê ENKSê ve tên kirin binpêkirina yasayên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ye  û ew vê yekê qebûl nakin.

Hiso da zanîn ku xwendina bi zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê yek ji prensîbên demokrasiyê ye, lê tevî wê yekê jî ENKS pêdagir e li ser  helwêsta xwe.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di dema dawî de bi mebesta nerazîbûnê li ser rêbazên xwendinê û leşkeriya bi zorê li bajarên Rojavayê Kurdistanê dest bi xwepêşandanan kiribû ku ew rêbaz ji aliyê PYDê ve hatine danîn.