Grûbên Îslamî bi mûşekan li gundên Efrînê didin

Grûbên Îslamî bi mûşekan li gundên derdora bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê didin.

K24 – Efrîn

Grûbên Îslamî bi mûşekan li gundên derdora bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê didin.

Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam ji şeva borî ve bi mûşekan li gundê Bênê yê navçeya Şêrewa û hinek gundên din ên herêma Efrînê didin.

Li gor peyamnêrê K24ê yê Efrînê, Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam di şer û pevçûnan xwe de berdewam in û agirbesta ku pêr di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Odeya Fetih Heleb de hatiye îmzekirin, bin pê dikin.

Li gor agirbesta ku di navbera YPG û Odeya Operesyonên Fetih Helebê de hatibû îmzekirin, divabû her du alî hêzên xwe yên leşkerî vekişînin derveyî devera şer û vegerin cihên xwe yên berê. Herwiha komîteyek ji her du aliyan were pêkanîn bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de.

Li gor peyamnêrê K24ê, Ehrar Sûriye ya ser bi Odeya operesyonên Fetih Helebê jî di topbarankirina taxa Şêx Meqsûd a Helebê de berdewam e.  

Berdevkê Desteya Berevanî û Parastinê ya Efrînê Fewzî Silêman tekez li vê agirbestê kir û got ku ev agirbest girêdayî taxa Şêx Meqsûd e.

Ji aliyê xwe ve Cêş el-Siwar ku ligel YPGê di nav Hêza Sûriyeya Demokratîk de cîh digire ragehand ku tu peywendiya wan bi wan alîyên ku agirbest îmzekirine ve nîne.