Barzanî: Pêwîst e mafê hemû pêkhateyên Sûriyê garantî be

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyeke Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê kir.

K24- Hewlêr

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di civînekê de ligel opozîsyona Sûriyê got ku “pêwîst e garantî hebe ku dê hemû pêkhateyên Sûriyê bigehin mafê xwe.”

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî îro, 5ê Kanûnê, li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, Xalid Xoce û şandeya ligel kir.

Di hevdîtinê de beha pêşhatên dawî yên siyasî û leşkerî li Sûriyê bi giştî û rewşa Hevpeymaniya Opozîsyonê bi taybetî hat kirin.

Xalid Xoce di hevdîtinê de behsa kar û çalakiyên Hevpeymaniya Opozîsyonê û amadekariyên wê bo kongreya Riyadê kir, tevî qonaxa veguhêz û mafê hemû pêkhateyên Sûriyê.

Di Beramber de, Mesrûr Barzanî tekez kir ku “pêwîst e garantî hebe ku dê hemû pêkhateyên Sûriyê di paşerojê de bigehin mafê xwe.”

Barzanî diyar kir jî ku, Herêma Kurdistanê piştgiriya çespandina demokrasî û aştiyê û mafê pêkhateyan li Sûriyê dike.