Welatiyên Reqa û Dêrazorê koçberî Kurdistanê dibin

Wek tê zanîn ku bi hezaran welatiyên Sûriyê ji bajarên cuda koçber bûne û li navçeyên aram ên Rojavayê Kurdistanê bicîh bûne ji xeynî wêya ku bi hezaran jî koçberî derveyê Sûriyê bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Welatiyên parêzgeha Reqa û Dêrazorê ji ber têkçûna rewşa ewlehiya her du bajaran û dagîrkirina mal û milkê wan ji aliyê DAIŞê ve koçberî navçeyên Rojavayê Kurdistanê dibin.

Derbarê vê mijarê de Endamekî Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re got ku ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê û dagîrkirina her du parêzgehên Dêrazorê û Reqayê ji aliyê DAIŞê ve, welatiyên wan bajaran hewl didin li bajarê Serê Kaniyê bicîh bibin.

Endamê Asayîşê bi navê Kemal  dêbêje ku piştî bicîhbûna wan koçberên Ereb ên parêzgehên Reqe û Dêrazorê ew ê dest bi belevkirina alîkariyên mirovî bikin û hemû  pêdiviyên jiyanê pêşkêşî wan bikin.

Wek tê zanîn ku bi hezaran welatiyên Sûriyê ji bajarên cuda koçber bûne û li navçeyên aram ên Rojavayê Kurdistanê bicîh bûne ji xeynî wêya ku bi hezaran jî koçberî derveyê Sûriyê bûne.