Bombeyek di nav destê welatiyekî Efrînê de teqiya

Welatiyekî gundê Qîbar ser bi parêzgeha Efrînê di encama teqîna bombeyekê de destekî xwe wenda kir.

K24 - Efrîn

Welatiyekî gundê Qîbar ser bi parêzgeha Efrînê di encama teqîna bombeyekê de destekî xwe wenda kir.

Di dema dawî de çekdarên Cephet el-Nûsrayê, Ehrar el-Şam û DAIŞê bajarê Efrînê dan ber tob û bombeyan û di encam de bi dehan welatiyên wî bajarî bûne qurbanî û birîndar bûne.

Welatiyek jî bi navê Kamîran ji gundê Qîbar ser bi bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê dema li nav zeviya xwe kar dikir bombeyek di nav destê wî de teqiya û di encam de destekî xwe wenda kir.

Malbata Kamîran dan zanîn ku kurê wan nedizanî ku ew tişta di nav zeviya xwe de dîtiye bombe ye, piştî birîndarbûna wî ew veguhestin nexweşxaneya Efrînê û niha jî rewşa wî ya tendirûstî baş e.