Şêx Baqî: Partiya me nêzîkî TEV-DEMê ye

Partiya Demokrata kurdî Sûrî kongreya xwe ya dehmîn îro, bidawî anî.

K24 – Qamişlo

Partiya Demokrata kurdî Sûrî kongreya xwe ya dehmîn îro, bidawî anî.

Partiya Demokrata kurdî Sûrî kongreya xwe ya dehmîn îro 6 Kanûnê bidawî kir, di konfiranseke rojnamevanî de Serokê wê partiyê Cemal Şêx Baqî ragehand ku partiya wan ji aliyê siyasî ve, nêzîkî TEV-DEMê ye.

Şêx Baqî da xuyakirin ku, ji ber rewşa Efrînê ya awerte, endamên partiya wan nikarîn beşdarî kongeryê bibin.

Şêx Baqî nexwast ku mijara kongreya Riyadê di kongreyê de bê gotûbêjkirin. Şêx baqî eşkere kir jî, ku ew bi awayekî kesayetî jib o kongreya Riyadê hatiye vexwandin, lê wî jî ew tişt nepejirandiye.

Şêx Baqî tekez kirk u, partiya wan ji aliyê siyasî ve, nêzîkî TEV-DEMê ye.

Di kongreya dehemîn ya Partiya Demokrata kurdî Sûrî de, Cemal Şêx Baqî careke din wek sekreterê wê partiyê hat hilbijartin.