Welatiyên Hesekê gundên xwe ji mayînan paqij dikin
K24 - Hesekê
Welatiyên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê piştî vegeriyan gundên xwe ku berî niha ketibûn bin kontrola DAIŞê û niha hatine azadkirin, dest bi rakirina mayînan kirin.
Rêxistina DAIŞê gelek mayîn li derdora gundan, nav malan, kolan û zeviyan vedabûn. Welatiyê bi navê Ebdulîlah Cedu ji K24ê re diyar kir ku DAIŞê li derdora gund, nav malan û zeviyên wan gelek mayîn vedane û got: "Zilamek hebû bi destê xwe ew mayîn pûç dikirin, lê carekê yek di nav destê wî de teqiya û canê xwe ji dest da."
Ji ber nebûna tîmên endezyariyê bo rakirina mayînan, êdî welatî neçar dibin ku li wan mayînan bigerin û cihê wan destnîşan bikin, evna jî dibe metirsî li ser jiyana welatiyan. Fayîz Selalê ji heman navçeyî jî wiha axifî: "Min heta niha 57 mayîn rakirine. Piştî rakirinê ez wan pûç dikim."
Di dema borî de Hêza Sûriyeya Demokratîk 1600 kîlometreqare ji destê DAIŞê rizgar kirin û heta niha jî hawldanên hêza navbirî bo baqijkirina wê navçeyê ji DAIŞê berdewam e.