Wezîrê Derve yê Elmanya serdana Hewlêrê dike

Wezîrê Derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier, bi armanca gotûbêjkirina pirsa şerê li dijî DAIŞê îro gehişte Bexdayê û biryar e îşev bigihe Hewlêrê.

K24 - Hewlêr

 

Wezîrê Derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier, bi armanca gotûbêjkirina pirsa şerê li dijî DAIŞê îro gehişte Bexdayê û biryar e îşev bigihe Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier bi serdaneke ji nişka ve îro gehişte Bexdayê. Tê çaverêkirin ku Steinmeier bi armanca gotûbêjkirina pirsa şerê li dijî DAIŞê ligel Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm û Serokwezîr Heyder Ebadî bicive.

Çavkaniyekê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê ji K24ê re got ku biryar e Wezîrê Derve yê Elmanyayê îşev bigihe Hewlêrê û sibe bernameyê wî yê kar li Herêma Kurdistanê dest pê dike.

Di şerê dijî DAIŞê de Elmanya berî hemû welatan alîkariya leşkerî wek çek û teqemeniyan şandin ji Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re.