Ebadî: Petrola DAIŞ li Tirkiyê tê firotin
K24- Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Iraqê dibêje ku, rêjeya herî zêde ya petrola DAIŞê li Tirkiyê tê firotin.
Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de îro, 7ê Kanûnê, dema pêşwazîkirin li Wezîrê Derve yê Elmanyayê, tekez kir ku “prniya petrola DAIŞê di rêya Tirkiyê re tê firotin.”
Ebadî tekez kir jî ku “divê rêgirî li firotina petrolê ji aliyê grûpa DAIŞê ya terorîst bê kirin, ku praniya wê bi rêya Tirkiyê re tê firotin.”
Ev bû demek ku alozî di têkiliyên Iraqê û Tirkiyê de derketiye, piştî ku welatê navborî hêzên xwe li ser sînorê Mûsilê bicih kiriye.
Tirkiyê tekez dike ku hatina wê hêzê tenê ji bo mebesta perwerdekirina Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî ye û bi agahiya hikûmeta Iraqê ew prose birêve diçe.
Lê Iraq vê yekê red dike ku daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku hêzên xwe bi awayekî demlidest vekişîne.