Ragirtina geştên Kurdistanê bû sedema nîgeraniyê

Rayedarên kompanyayan dibêjin ku rawestandina geştan bernameyê wan û rêwiyan tevlîhev dike û ji vê rewşê nîgeran in.

K24 – Stenbol

Kompanyayên rêhaweyê yên li Stenbolê ji ber operasyonên asîmanî yên Rusyayê, piştî biryara rêveberiya Iraqê, geştên xwe yên navbera Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê ji bo 2 rojan betal kirin. Rayedarên kompanyayan dibêjin ku rawestandina geştan wan dixe tengasiyê.

Hikûmeta Iraqê ragehand ku ji ber operasyonên asîmanî yên Rusyayê qada hewayê ya aliyê Başûrê Kurdistanê ji çûn û hatina balafiran re hatiye girtin. Tê gotin dibe ku balafirên şer ên Rûsyayê ji bo operasyona li ser Sûriyê, li aliyê Başûrê Kurdistanê bifirin ev yek jî ji bo ewlehiya rêwiyên ku bi balafirê dê bên Kurdistanê dibe sedema xetereyê.

Adnan Malîtê ku di kompanyaya turîzmê de dixebite diyar kir ku berê niha jî gelek sefer hatibûn betalkirin û hem ew hem rêwî mexdur dibin: "Ji ber betalkirina geştan welatî mexdur dibin û hemû plan û bernameyên xwe yên ku berê diyar kiribûn nikarin pêk bînin. Herwiha milet pir perîşan dibe."

Faysal Soyerê ku di acenteyeke taybet de bilêtan difiroşe ragihand ku betalkirina geştên balafirê ji bo karê wan ne baş e: "Ji ber betalkirina geştan kompanyayên rêhewayê jî dikevin tengasiyê. Ji ber gelek mesrefên me çêdibin. Dema geştên balafirê tên betalkirin em pereyên rêwiyên xwe didin. Em dixwazin di demek kurt de ev arîşe bê safîkirin da ku em jî zehmetî nekişînin."

Rêveberiya Iraqê, di navbera 23 û 25'ê Mijdarê de jî bi hinceta ewlekariyê, geştên balafirê yên bo Hewlêr û Silêmaniyê betal kiribûn.