Îtalya serpereştiya kongreya welatên li dijî DAIŞê dike

Serokwezîrê Îtaliayê Matteo Renzi berî niha ragehandibû ku welatê wî tevlî hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê nabe ji ber operasyon dê tevilheviya li navçeyê zêdetir bikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Îtalyayê ragehand ku ew dê meha bê kongreya welatên li dijî DAIŞê şer dikin saz bikin.

Di vê derbarê de Wezîrê Derve yê Îtaliayê Paulo Jantelaun got ku welatê wî di meha dahatû de kongreya welatên ku şerê DAIŞê dikin saz dike û têde stratejiya şerê DAIŞê bi çend civînan dê were gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Îtaliayê Matteo Renzi berî niha ragehandibû ku welatê wî tevlî hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê nabe ji ber operasyon dê tevilheviya li navçeyê zêdetir bikin.

Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê ya dîjî DAIŞê li Iraq û Sûriyê di Îlona borî de hat damezrandin û ji 60 welatan pêk tê.