Li Îranê 33 kes bi şewba berazan mirin

Alîkarê Wezîrê Tendirûstî yê Îranê Elî Ekber Seyarî ragehand ku, li Kîrmanê 28, li Sîstan – Belûcîstanê jî 5 kes ji ber şewba berazan canê xwe ji dest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Alîkarê Wezîrê Tendirûstî yê Îranê Elî Ekber Seyarî ragehand ku, li Kîrmanê 28, li Sîstan – Belûcîstanê jî 5 kes ji ber şewba berazan canê xwe ji dest dane.

Li gor ajansa fermî ya Îranê (IRNA), ji wan kesên ku mirine, 4 kes jinên ducanî bûne. Elî Ekber Seyarî herwiha eşkere kiriye ku corê şewbê H1N1 (şewba berazan) e.

Ji xeynî van herdu wilayetan, li Tehran, Kirmaşan, Tewrêz û Urmiyê jî heman nexweşî bi hinek kesan ketiye. Tê pêşbînî kirin ku di rojên dahatû de, dê ev nexweşî zêdetir belav bibe.