Şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî derbasî Kobanê bûn
K24- Kobanê
Hejmarek şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî derbasî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bû.
Peyamnêrê K24 li Kobanê got ku îro, 8ê Kanûnê, 3 şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî ji deriyê sînorî yê Murşitpinarê derbasî bajêr bûn.
Beriya demekê, Serokê Amerîka, Barack Obama fermana şandina nêzîk 50 leşker û şêwirmendên leşkerî bo Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dabû.
Peyamnêrê me diyar kir ku, ew şêwirmend ligel Serokê Desteya Cîbicîkar a Kantona Kobanê, Enwer Mislim civiyane, di civînê de berpirsên desteya navxwe û bergirî yên kantonê jî amade bûn.
Dê erkê wan şêwirmendan pêşkêşkirina alîkariyê be, bo wan hêzên ku şerê DAIŞê dikin.
Li gor agahiyên peyamnêrê K24, dê ew her 3 şêwirmendên leşkerî bişev vegerin Tirkiyê.