Barzanî û Ebadî tekez li ser serweriya Iraqê dikin
K24- Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî tekez li ser parastina serweriya Iraqê dikin.
Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî îro, 8ê Kanûn, di pêwendiyeke telefonî ligel Ebadî de, behsa pêşhatên siyasî û leşkerî yên dawî kirin.
Di pêwendiyê de, behsa hatina hêza Tirkî bo sînorê Mûsilê hatiye kirin. Di vê derbarê de Barzanî û Ebadî tekez li ser parastina serweriya Iraqê kirin.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê teke li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan bi rêya danûstanê kiriye.
Di vê pêwendiya telefonî de jî, behsa ajêndeyên serdana Barzanî bo Tirkiyê hatiye kirin, ku birayr e ew serdan sibe were pêk were.
Tirkiyê tekez dike ku, hêza li ser sînorê Mûsilê bicih kiriye, tenê ji bo mebesta perwerdekirinê ye û ew wê hêzê venakişîne.
Lê Iraqê wê pêngava Tirkiyê bi binpêkirina serweriya welat û yasayên navdewletî binav dike û daxwaza vekişandina wê hêzê ji axa Iraqê dike.