Akademîsyen ji serdana Barzanî bi hêvî ne

Akamdemîsyenên Bakurê Kurdistanê dibînin ku, diivê Serokê Herêma Kurdistanê careke din di destpêkirina proseya aştiyê de rola xwe bibîne

K24- Diyarbekir

Aloziyên li Bakurê Kurdistan, metirsî û birînên mezin di nav civakê de peyda dikin. Gelo ev rewş dê heta kengê wiha be û ya girîng jî bi çi awayî çareserî dikarin peyda bibin.

Çavdêrên siyasî û akademisyenan ji Kurdistan24 re ragihandin ku bi awayên ewlekarî û zêde kirina şer û tundiyan tu kes nikare daxwazên xwe bidest bixe û metirsiya mezin ji wan aloziyan li ser her alî û beşên jiyana civakî peyda dibe.

Piştî ku alozî û şer û pevçûn li Bakurê Kurdistanê, her diçe berfireh dibe, lêgerina proseyeke çareser kirinê jî, ji aliyê beşên civakî ve tê çaverê kirin. Bi rê û rêbazên şer û tedbîrên ewlekarî gelo alî çi hêvî dikin û bi wan şêwazan çi encam derdikevin holê?

Akademisyenê zanîngeha Artuklû, diyar dike ku, ger di zûtirîn dem de çareseriyekî siyasî neyê peyda kirin, metirsiya têkçûyîna hemû proseyên muzakereyan peyda dibe û baldikşîne ku divê, him sazî û degehên civakî him jî partiyên siyasî di vî warî de hewldanan bidin.

Dr. Cuma Çiçek debarê rewşê de ji K24 re got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, ez ne şaş bim, Birêz Barzanî jî  Çarşembê dê were Tirkiyeyê; yanî ez bawerim bandora Serokê Herêma Kurdistanê li ser herdû aliyan jî heye. Him têkiliya wî bi PKK re heye, him bi Tirkiyeyê re heye û di aştiyên di 10 salên dawî de roleke mezin girtiye ser xwe, divê wê rola xwe xurttir bilîze.”

Akademisyen baldikşînin ku piştî serdema hevdîtinên Osloyê jî rewşek wiha pêkhatiye, lê herdû aliyan jî nikariîbûne daxwazên xwe bi rêya tundiyê bidest bixin û li ser mêza danûstanê rûniştine.

Çavdêrê Siyasî û akademisyen Vehap Coşkûn jî, ragihand ku ev rewşa aloz aboriya civakê têkbiriye, welatî ji warên xwe koç dikin û şûnwarên ku nasnameyên bajaran pêktînin di bin metirsiyê de ne.

Coşkûn diyar kir ku “Ev siyaseta bê siyasetî nikare berdewam bike û ne dewlet ne jî PKK bi bilind kirina pêla alozî û pevçûnan  nikarin tu encamekî bidest bixin. Divê kanalên diyalogê bên vekirin û bi danûstanê çareserî peyda bibin.”

Navboriyan dan zanîn ku, rewşa li Bakurê Kurdistanê, bi pêşketinên li Rojhilata Navîn û bi taybet jî bi pêşketinên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ve jî girêdayî ye.