Krîza Sûriyê li Amerîkayê tê gotûbêj kirin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê pêşniyara destpêkirina civîneke navdewletî derbarê dîtina çareseriyek siyasî ji krîza Sûriyê re dike.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê pêşniyara destpêkirina civîneke navdewletî derbarê dîtina çareseriyek siyasî ji krîza Sûriyê re dike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry îro, 8 Kanûnê, piştî hevdîtinekê ligel Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Ban Ki-Moon, di konferansekî rojnamevanî de li Parîsê ragehand ku, dê civîneke navdewletî di 18 vê mehê de derbarê krîza Sûriyê de li New Yorkê were lidar xistin.

Kerry diyar kir jî, ku beşek ji piştrastkirina lidar xistina civîna New Yorkê dê li ser encamên civîna Riyadê ya opozîsyona Sûriyê be.

Îro kongreyê hevgirtina opozîsyona Sûriyê li paytexta Erebistana Siûdiyê, Riyad, dest pê kir û dê heta 10 Kanûnê berdewam be.

Di 13 Mijdarê de, civîna li Viennayê li ser nexşeyeke demkî bo damezrandina hikûmeteke veguhêz di 6 mehan de, piştre jî di 18 mehan de çêkirina Hilbijartinên Giştî li Sûriyê rêkeftin.