Siyasetmedar serdana Barzanî girîng dibînin

“Hatina Barzanî gelek girîng e, çimkî ji bo çareserkirina pirsgirêkan guftûgo pêwîst e.”

K24- Stenbol

Rojnamevan û siyasetmedar beriya serdana Serokê Herêma, Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Tirkiyê ji Kurdistan24'ê re gotin: “Hatina Barzanî gelek girîng e, çimkî ji bo çareserkirina pirsgirêkan guftûgo pêwîst e.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li Enqereyê wê bicivin. Rojnamevan û siyasetmedar ji Kurdistan24'ê re serdana Barzanî nirxandin.

Parlamenterê berê yê HDP'ê Demîr Çelîk ji bo hatina Barzanî got: “Serdana birêz Mesûd Barzanî gelek girîng e. Divê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bi guftûgoyê bi danûstanê were çareserkirin. Pêwîst e ku hemû sazî û dezgeh û partiyên siyasî yên Kurd bi tena serê xwe tevnegerin di nav têkiliyê de bibin da ku yekîtiya xwe zûtir ava bikin.”

Rojnamevan Fehîm Işik derbarê serdana Barzanî de diyar kir ku “Di navbera siyasetmedaran de hevdîtinên wiha her tim tên kirin. Sedemên vê civînê ne yek e gelek in, lê bi taybetî yekem sedem aloziyên li Rojhilata Navîn e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd Barzanî axaftinên erênî dike naxwaze birakujî pêk were xîreteke mezin dide lê belê derbarê mijarê de helwesta rayedarên dewleta Tirkiyê hêj ne diyar e.”

Siyasetmedar Abdullah Kiran jî diyar kir ku ev serdan bo têkiliyên her du aliyan girîng e. Ya din jî bi awayekê siyasî û der barê arîşeya li Sûriyê de rayedarên Tirkiye û Başûrê Kurdistanê nehatin hemberî hev ev yek baş bû. Ev nayê wê wateyê ku Barzanî bo Sûriyê tiştekî nafikire,

Barzanî herî dawî di sala 2013an de li bajarê Diyarbekirê bi serokwezîrê wê çaxê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kiribû.