Îran dê dest bi êrîşên esmanî li Sûriyê û Iraqê bike

Serkirdeyekî leşkerî yê Îranî radigehîne ku welatê wî dê dest bi êrîşên esmanî li Sûriyê û Iraqê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî leşkerî yê Îranî radigehîne ku welatê wî dê dest bi êrîşên esmanî li Sûriyê û Iraqê bike.

Serokê hêzên bijayî yê Îranê Emîd Ehmed Riza Bordistan duh 8 Kanûnê ji ajansa (Fars) regehand ku, Îran bi rola şêwirmendiyê li Sûriyê û Iraqê dike, herwiha got jî ku Îranê dikare hêzên bijayî û esmanî jî li wan her du welatan bikar bîne.

Derbarê kirîna çekan ji Rûsyayê, Bordistan tekez kir ku Îran mûşekên S 300 ji Rûsyayê kirîne. Bordistan eşkere kir jî ku di dema pêşde hevdîtinên dualî di navbera Rûsya û Îranê de dê birêve biçin û tê de proseya kirîna Tanka T 90 bidawî bibe.

Tevî ku Îran bi awayekî fermî beşdariya di şerê li Sûriyê de  red dike, lê Bordistan diyar kir ku, çekdarên Îranî yên ku li Sûriyê şer dikin xwebexş in.

Tê zanîn ku di 15 Hizêrana borî de, ajansa (IRNA) ya fermî ragehand ku, hejmara Îraniyên di şerên li Sûriyê de hatine kuştin gihêştiye 400 çekdarî.