Tirajediya penaberan berdewame

Li Tirkiyeyê bajarê Aydinê 11 penaber canê xwe ji dest dan.

K24-Navenda Nûçeyan 

Li Tirkiyeyê bajarê Aydinê 11 penaber canê xwe ji dest dan.

Tirajediya penaberan bidawî nabe. Li bajarê Aydinê dûrperavên Dîdîmê îro berbangê dîsa belemeka penaberan binavbû û di encamê de 11 penaber canê xwe ji dest dan, 13 penaber winda ne.

Herwiha 26 penaber jî hatin xilaskirin. Hat ragihandin ku di nav penaberên ku canê xwe ji dest dane de zarokekî 6 mehî jî heye. Ji bo penaberên winda xebatên lêgerin û rizgarkirinê didome.

Duh jî li bajarê Îzmîrê navçeya Çeşmeyê belemeka penaberan binavbûbû û 6 kes cane xwe ji dest dabûn.