Di pevçûnên Diyarbekirê de polîsek hat kuştin

Li 6 taxan pevçûn di navbera polîs û YDG-Hê de derketin e.

K24 – Diyarbekir

Di şer û pevçûnên li navçeya Sûr a Diyarbekirê de îro polîsek hat kuştinû alozî û şer berdewam e.

Îro 8 roj in ku li 6 taxên navçeya Sûr a Diyarbekirê di navbera Hêzên Ewlehiya Dewleta Tirk û Endamên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Şoreşger YDG-Hê de şer û pevçûn heye.

Li gorî zanyariyan îro li navçeyê, polîsek bi çeka bi navê Qenasê ji serê xwe birîndar bû û li cihê bûyerê canê xwe ji dest da. Li navçeyê pevçûn didom e.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, heta niha herî kêm 20 Hezar niştecihan malên xwe bicîh hiştine.  Ji hêla din ve hejmarek ji xelkê sivîl qedexe û pevçûnan protesto dikin.