Amerîka biryara bikarînîna firokeyên helîkopter nedaye

Earnest da zanîn ku pêwiste berî wê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji welatê wî daxwaz bike û got ku hêzên Iraqê pêş ve diçin da wî bajarî ji DAIŞê paqij bikin.

 K24 - Navenda Nûçeyan

Koşka Spî ragehand ku Serokê Amerîkayê Barack Obama heta niha biryara bikaranîna firokeyên helîkopter di operasyonên dijî DAIŞê de li Iraqê nedaye.

Berî niha Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Ashton Carter ragihandibû ku eger Iraq daxwazê ji wan bike, welatê wî amade ye firokeyên helîkopter di şerê dijî DAIŞê de bo rizgarkirina bajarê Rûmadî bikar bîne.

Derbarê vê mijarê de Berdevkê Koşka Spî Josh Earnest ragihand ku Serokê Amerîkayê Barack Obama heta niha rizamendî li ser bikaranîna firokeyên helîkopter di rizgarkirina Rûmadî de nedaye.

Earnest da zanîn ku pêwiste berî wê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji welatê wî daxwaz bike û got ku hêzên Iraqê pêş ve diçin da wî bajarî ji DAIŞê paqij bikin.