Senherîb Bersom: Li Rojava girtiyên siyasî nînin

Ji aliyê xwe ve ENKSê, Rêveberiya Xweser bi girtina dehan endamên xwe tohmetbar dike û dibêje Rêveberiya Xweser desthilateke ne rewa ye.

K24 - Qamişlo

Serokê Desteya Mafê Mirov li Kantona Cizîrê Senherîb Bersom ragehand ku li Rojavayê Kurdistanê girtiyên siyasî nînin.

Di daxuyaniyekê de bi helkefta Roja Cîhanî ya Mafê Mirov, Serokê Desteya Mafê Mirov li Kantona Cizîrê Senherîb Bersom ji K24ê re got ku li zindanên Rojavayê Kurdistanî girtiyên siyasî nînin.

Bersom daxwaz ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir,  ku rêzê li yasayên Rêveberiya Xweser e bigire û bo xwepêşandanan destûra fermî werbigire.

Ji aliyê xwe ve ENKSê, Rêveberiya Xweser bi girtina dehan endamên xwe tohmetbar dike û dibêje Rêveberiya Xweser desthilateke ne rewa ye.

Berî niha jî rêxistina Human Right Watch Rêvberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanî û alîgirên wê di nav de jî PYD bi binpêkirina mafên mirov tohmetbar kiribû.