Parlamenterên HDPê li dijî “ragihandina qedexeyê” doz vekirin

Aloziyên li Bakûrê Kurdistanê, metirsiyên mezin li ser mafê jiyan, jîngeh û şûnwaran heye. Di roja Mafên mirovan ya Cîhanî de, Parlamenterên Diyarbekirê, ji bo parastina wan hemû mafên mirovan û rawestandina aloziyan, serî li dozgeriya rêvebirinê ya Diyarbekirê dan û ragihandin ku ew qedexeyên tên ragehandin ne destûrî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Aloziyên li Bakûrê Kurdistanê, metirsiyên mezin li ser mafê jiyan, jîngeh û şûnwaran heye. Di roja Mafên mirovan ya Cîhanî de, Parlamenterên Diyarbekirê, ji bo parastina wan hemû mafên mirovan û rawestandina aloziyan, serî li dozgeriya rêvebirinê ya Diyarbekirê dan û ragihandin ku ew qedexeyên tên ragehandin ne destûrî ne. 

Feleknas Uca û Sîbel Yîgîtalp, bi piştgiriya hevseroka Şaredariyê Gultan Kişanak û hevserokên HDPê yên Amedê, bi parêzerên xwe re serî li dozgeriyê dan û daxwaz kirin ku ew qedexeyên hatine ragehandin rawestin. 

Parlamentera Diyarbekirê Felknas Uca diyar kir ku dewlet, ewlehiya civakî wek hinceta operasyon û qedexeyan nîşan dide, lê di encaman de diyar dibe ku ji xwe bi wan rêbazan ewlehiya navçeyan têk diçe. 

Uca ji K24ê re got: “Wek wekîlên vî bajarî, ku bi dengên welatiyên vî bajarî hatine hilbijartin; li hemberî wan qedexekirinan, me serî li dadgehê da. Em dibêjin çirkeyek berî çirkeyekê pêwîst e ev qedexe bên rakirin.”

Li Sûra Diyarbekirê, cara 5-emîn e ku qedexe hatiye ragehandin û ya dawî jî îro di roja 9-emîn de ye. 

Parlementera din ya Diyarbekirê Sibel Yigitalp jî balkişand ku di salên 1990-an de jî, bi hinceta ku gundî alîkariya gêrila dikin 4 hezar gund hatine şewitandin û bi milyonan kes ji şînwarên xwe hatine koç kirin, îro jî bi hincetên heman,  dixwazin li bajaran jî heman tiştî bikin. Yigitalp diyar kir ku çareserî di danûstendina de ye û navnîşan jî Ocelan e.

Hevseroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak jî, daxuyand ku li nav metropolekî, dorpêçkirina navçeya ku ji mîrateyên dîrokî pêktên û tê bomberan kirin nayê qebûl kirin û ragihand ku hemû hewldanên wan ji bo peyda kirina çareseriyan e. 

Heman şand ragehandin ku piştî daxuayniyê dê serdana Parêzgarê Diyarbekirê bikin û bîrboçûn û daxwazên xwe li wir jî ragehînin.