K24 naveroka civîna Barzanî ligel HDP aşkere dike

Serokê Herêma Kurdistanê bicuda ligel nûnerên HDP û aliyên siyasî yên din ên Bakurê Kurdistanê civiya ye.

K24- Enqere

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi cuda pêşwazî li nûnerên HDP û partiyên din ên Bakurê Kurdistanê kir.

Derbarê naveroka Barzanî ligel nûnerên HDP de, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên ji K24 diyar kir ku, mijara serekî ya civînê proseya aştiyê bû.

Fûad Hisên diyar kir ku, nûnerên HDP di civînê de pirsgirêkên xwe ji Barznî re anîn ziman, daxwaz jî ji Serokê Herêma Kurdistanê kirin ku “rola xwe bilîze ji bo peydakirina  aştiya mayînde li Tirkiyê.”

Di civînê de her yek ji Osman Baydemir, Ahmed Turk, Leyla Zana û hejmarek parlementer û hevserokên şaredariyên Bakurê Kurdistanê amade bûn.

Di beramber vê daxwaza HDP de, Barzanî soz daye ku ew dê ji bo dubare destpêkirina proseya aştiyê hemû hewldanên xwe bike.

Barzanî duh bi Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê re civiya bû, herwiha piştî civîna îro ya ligel HDP, pêşwazî li aliyên siyasî yên din li Bakurê Kurdistanê kir.

Li gro zanyariyên K24ê jî, dê Barzanî îşev vegere Herêma Kurdistanê.