Di çalakiyên li Diyarbekirê de 3 kes birîndar bûn

Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku Qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûr a Diyarbekirê piştî 9 rojan hat rakirin.

K24 – Diyarbekir

Li Dîyarbekirê doh dîsan xwepêşander derketin kolanan û qedexeya li navçeya Sûr a Diyarberkirê bi çalakiyan protesto kirin. Di pevçûnên di navbera xwepêşander û polîsan de yek jê polis 3 kes birîndar bûn.

Li navçeya Surê ya Dîyarbekirê qedexekirina derketina derve û pevçûnên di navbera endamên YDG-Hê û Polîsan de di roja 9emîn de jî berdewam bûn. Ji navçeyê dengen çek û teqînan qut nabe.

Li derdora Deriyê Rihayê yê li navçeya Yenîşehîrê xwepêşandaran roketek avêtin çeperê polîsan, di bûyerê de polîsek birîndar bû. Di xwepêşandana li Deriyê Çiyê de jî 2 kes birîndar bûn. Di çalakiyan de polisan gaza rondikrêj bikaranîn, xwepêşander jî bi kevir û bombeyên dengderxistinê êrişî polîsan kirin.

Li aliyê din Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku Qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûr a Diyarbekirê piştî 9 rojan hat rakirin.

Ji 2ê vê mehê ve li 6 taxên navçeya Sûrê (Cevatpaşa, Fatihpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş) qedexeya derketina derve hebû li ser Rêya  Gaziyê operasyona ji bo rakirina  asteng û xendekan hatibû destpêkirin. Di dema operasyonan de di navbera xwepêşanderên ku nêzîkî PKKê ne û polîsan de pevçûn derketibûn.