Li Diyarbekirê şer berdewam e û bajar vala dibe

Li gor daneyên komeleya koçkirinê, herî kêm 25 hezar kesan ji tirsa pevçûnan navçeya Sûrê bicîh hiştine.

K24 - Diyarbekir

Parêzgeriya Diyarbekirê piştî 9 rojan qedexeya derketina kolanan li 6 taxên navçeya Sûrê rakir. Li gor daxuyaniyên fermî, 10 endamên xwepêşanderên çekdar û 2 polîsan canê xwe ji dest dan û herî kêm 35 kes jî birîndar bûne.

Piştî ku qedexe rabû, bi hezaran kes ji tirsa pevçûnan malên xwe bicîh hiştin. Tîma Kurdistan24ê jî di nava kolanên Sûrê de li ser şopa pevçûnan geriya. Niştecihên navçeya Sûrê di nava kolanên teng de di ser astengan re bi dileke xemgîn ji ber pevçûnan malên xwe bicîh dihêlin û ber bi taxên ewle direvin. Lê nikarin bi xwe re hemû alavên xwe bibin, tenê têra pêdiviyên xwe yên demkî hildigirin.

Penaberekî ji Rojava ku naxwest nave xwe bide got: “Lî hemû dewletan şer heye, ez nizanim em ê biçin ku.” Welatiyekî din jî wiha dibêje: “Ez ji Surê reviya me ji mala xwe têm, perişan bûme, miletê me perişan bûye, malbata mîn perişan bûye, Misilmanên din perişan bûne. Ev sobeya ceyranê ye, zarokên min di xanîyê kire de perîşan bûne, ez nikarim kirêya xaniyê xelkê bidim.”

Mizgefta Kurşunlu ku berî niha bi 500 salan hatiye avakirin, lê di pevçûnan de bi temamî şewitiye. Dîwarên wê ji guleyan bûne serad. Qur'an, mînber û xaliçeyên wê jî bûne xwelî. Bi sedan gule li xaniyan jî ketine.  Tirimbêlên di nava kolanan de hatine şewitandin. Li gor daneyên komeleya koçkirinê, herî kêm 25 hezar kesan ji tirsa pevçûnan navçeya Sûrê bicîh hiştine.

Welatiyekî din jî kedera dilê xwe wiha tine ziman: “Mala min di Surê de ye, 11 roj in ku ez di hundir de asê mame, ne nan ne jî av tîştekî min tine ye. Ez ji tirsa sêregvanan newêrim herim mala xwe.”

Qedexeya derketina kolanan li 6 taxan hate rakirin lê polîs ji nava sûkê venekişiyane. Têketin û derketina taxan li ser  Rêya Gaziyê bi awayê kontrolê tê kirin. Serê kolanan bi bariyeran hatine girtin. Li pişt bariyeran hê jî xwepêşandarên çekdar hene. Xelkê navçeyê naxwaze di nava bajêr de şerê çekdarî bê kirin.