DAIŞ rojane navçeya çemê Firatê topbaran dike
K24 - Kobanê
Topbarankirina çekdarên DAIŞê li navçeya çemê Firatê bi taybetî gundê Qubê yê ser bi Kobanê bûye diyardeyeke rojane di jiyana welatiyên wê navçeyê de.
Dayîka Ehmed û dayîka Remezan du birîndarên gundê Qûbê ne û bi dehan birî darên wek wan di encama topbarankirina DAIŞê de li nexweşxaneyan birînên xwe derman dikin.
Dayîka Ehmed di daxuyaniyekê de ji K24 re got: "Her roj me topbaran dikin, top li zarokên me dikevin, êdî em nikarin ji malên xwe derkevin, bi şev û roj, her bi berdewamî me topbaran dikin."
Welatiyên navçeya Firatê tekez dikin ku heta niha zêdeyî 500 roketên hawanan avêtine deverên wan û di encam de bi dehan welatî hatine kuştin, dibe ku hinek caran malbat bi temamî were kuştin.
Ew topbaran bandoreke xirab li ser xebat û karên welatiyan yê rojane dike û ziyanê digihîne berhemên çandiniyê.
Welatiyeke din ji gundê Qûbe ji K24ê re wiha axifî: "Çekdarên rêxistina DAIŞê li çiyayê Keleha Necim, Hemam Emarîne dimînin û li başûrê çemê Firatê jî hene, ji wir topan diavêjin gundê Qûbe."
Di van rojên dawiyê de DAIŞê topbarana xwe li navçeya çemê Firatê zêde kirye bi taybet li gundên Qûbe û Borasyê. Welatiyên wê deverê daxwazê ji Hevpeymaniya Navdewletî dikin ku DAIŞê ji navçeya wan dûr bixin.