Welatiyên başûrê Hesekê ji DAIŞê bêzar bûne
K24 - Hesekê
Welatiyên başûrê Parêzgeha Hesekê piştî vegeriyan gundên xwe ji ber talankirin û wêrankirina mal û mulkên wan ji aliyê DAIŞ ve niha nema zanin çi bikin û daxwaza alîkariyê dikin.
Welatiyekî wê deverê ji K24ê re derdê dilê xwe anî ziman û got: "Ev mal ya kurê birayê mine, lê binêrin çawa hatiye wêrankirin û ev mala hilweşiyayî jî mala mine, em ji ber çekdarên DAIŞê reviyan û koçber bûn, piştî rizgarkirina deverên me em hatin, me dît ku hemû malên me hatine teqandin."
DAIŞê bi kiryarên xwe yên ne mirovan e gelek tirs xistibû dilê welatiyên deverê û di nav xelkê de wiha belav kiribû ku kesên ji malên xwe derkevin ew dê malên wan bişiwetînin.
Welatiyekî din ji K24ê re wiha axifî: "Em talan bûn û hatin koçberkirin, genimê me şewitandin, gelek tiştên xirab anîn bi serê me, serê mirovan jêkirin."
Li gor welatiyên navçeyê, DAIŞê zengîn û dewlemendên wê navçeyê bi tohmeta ku alîkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikin dikuştin û dest didanîn ser milk û malên wan, vêna jî hişt ku welatî koçber bibin û malên xwe ji talanê re bihêlin.