Li Kerboran jî qedexe hat ragehandin
K24 – Mêrdîn
Aloziyên li Bakûrê Kurdistanê her diçe, xeteriyên mezintir bi xwe re tînin. Qedexe û pevçûnên li navçe û şûnwarên welatiyan dibe egera koç kirinê û her roj li ciyekî ew qedexe û alozî berfireh dibin.
Li gel ku li Sûr a Navçeya Diyarbekirê piştî 9 rojan, rojek; qedexe rabû û careke din hat îlan kirin, li Nisêbîn û Dêrika Navçeyên Mêrdîne jî qedexe rabûbûn, lê vê carê li Kerboranê hat îlankirin.
Qaymeqamiya Kerboran a Navçeya Mêrdînê şeva borî ragihandiye ku piştî 6ê êvarê li Navçeyê qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin. Di serdemên qedexeyan de şer û aloziyên çêdibin û navçe dibin bermayîyên şer û pevçûnan. Bi 10 hezaran welatî neçar ji wan deveran koç dikin.
Çalakvanên PKKyî û siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) dibêjin ev serhildan û berxwedan e û heta rêvebiriyên xweser neyên qebûl dê çalakî bidom in. Rayedarên Dewletê jî, dibêjin qedexe û operasyon dê bidom in.