Li Bexdayê dijî Tirkiyê xwepêşandan tên kirin

Berî niha Sekreterê Giştî yê Rêxistina El-Bedir Hadî El-Amirî û Cîgirê Serowezîrê Berê yê Iraqê Nûrî Malikî daxwaz ji welatiyên Iraqê kirbûn ku bi dirûşma "berevaniya serweriyê" dijî hêza Tirkiyê derkevin kolanan.

K24 - Bexda

Li beramberî balyozxaneya Tirkiyê ya bajarê Bexdayê xwepêşandaneke berfireh dijî hebûna leşkerên Tirk li bajarê Mûsilê hat kirin. Tê pêşbînî kirin ku helwêsteke tûnd li dijî balyozxaneya wî welatî were standin.

Berî niha Sekreterê Giştî yê Rêxistina El-Bedir Hadî El-Amirî û Cîgirê Serowezîrê Berê yê Iraqê Nûrî Malikî daxwaz ji welatiyên Iraqê kirbûn ku bi dirûşma "berevaniya serweriyê" dijî hêza Tirkiyê derkevin kolanan.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, xwepêşandan heta niha li hember balyozxaneya Tirkiyê li Bexda berdewam e, asayşîa Iraqê jî bi mebesta parastina xwepêşandanan ji teqînan tedabîrên ewlehiyê zêdetir kirine û gelek rê û pirên hatin û çûnê girtine.

Pamnêrê K24ê da zanîn ku ev çend roj in hêzeke zêde ya Iraqê ji ber metrisiya êrîşkirinê balyozxaneya Tirkiyê dorpêç kirine.

Ji aliyê xwe ve jî Rêberê Şîeyên li Iraqê Ayetulah Elî Sîstanî rayedarên Bexdayê hişyar kiribûn û gotibû: "Rê nedin ti kesî ku welatê me dagîr bike."