Rûsya “bi merc” piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike

Konsulê Giştî yê Rûsya li Herêma Kurdistanê ji K24 re diyar kir ku, wan berdewam alîkarî ji Hêzên Pêşmerge re şandin e, cara dawî jî di meha borî de bş.

K24- Hewlêr

Konsulê giştî yê Rûsya li Hewlêrê dibêje ku, welatê wî piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike lê bi mercê ku Kurd “biryar li ser wê daxwaza bide û tu hêzeke biyanî li pişt nebê.”

Konsulê gitşî yê Rûsya li Hewlêrê, Victor Simakov di hevpeyvînekê de ligel K24 diyar kir ku, welatê wî berdewam piştgiriya Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergey kiriye.

Victor Simakov aşkere kir jî ku, welatê wî alîkariyên leşkerî şandine ji Hêzên Pêşmerge re, lê diyar kir ku ew alîkarî ne çekên giran bûn lê belê “maskên xweparastinê ji çekên kîmiyayî” bûn.

Derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê de, Simakov got: “Pêwîst e pêkhateyên li nav Iraqê biryar li ser (serxwebûnê) bidin, em pişrgitiya her biryareke di wê derbarê de dikin, bi merceykî ku dûrî destêwedana derve be.”

Navborî tekez kir ku, tenê ew mercê wan heye ji ber ku “Rûsya wek endameke herdemî ya Encûmena Asayişa Navdewletî, herdem piştgiriya yasayên navdewletî dike.”

Konsulê Rûsya diyar kir jî ku “eger her pêkhateyek li Iraqê, bêyî destêwerdana derve, biryara serxwebûnê bide, dê Rûsya rêz li wê biryarê bigre.”

Simakov amaje bi yasayên navdewletî kir û got: “Di lîsteya Neteweyên Yekbûyî de bi zelalî hatiye ku, mafê her neteweyekê heye ku birar li ser çarenivîsa xwe bide. Helwesta min jî ewe ku serxwebûn mafê rewa yê her neteweyekê ye.”

Konsulê Rûsî got jî ku, ev bû salek ku wî li Herêma Kurdistanê dest bi kar kiriye, berdewam jî hest dike ew takek ji civaka Kurdî ye.