Encûmena Sûriyeya Demokratîk hevserokên xwe hildibijêre

Encûmena Sûriyeya Demokratîk Heysem Menaa û Îlham Ehmed wek hevserokên wê encûmenê tên hilbijartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Sûriyeya Demokratîk Heysem Menaa û Îlham Ehmed wek hevserokên wê encûmenê tên hilbijartin.

Encûmena Sûriyeya Demokratîk îro yekemîn civînên xwe li bajarokê Rimêlanê ya Rojavayê Kurdistanê bi amadebûna 42 endaman lidar xist, bo hilbijartina endamên Desteya Rêveberiyê û Komîteyên encûmenan.

Hat ragehandin ku, Emîndarê Giştî yê Şepêla Qemih Heysem Menaa û endama Desteya Cibicîkar ya TEV-DEMê Îlham Ehmed wek hevserokên Encûmena Sûriyeya Demokratîk hatin hilbijartin.

Kongreyê Dêrikê di bin navê (Kongreyê Sûriyeya Demokratîk bo Hêzên Opozîsyonê) de roja 8ê Kanûnê, bi beşdariya çend aliyên siyasî yên Kurd, Ereb û Xirîsatiyan hat lidarxistin.