Di pevçûnên li Diyarbekirê de polîsek birîndar bû

Li navçeya Sûr a Diyarbekirê qedexeya derketina derve hê jî berdewam e. Di pevçûnên îro de polîsek birîndar bû.

Li navçeya Sûr a Diyarbekirê qedexeya derketina derve hê jî berdewam e. Di pevçûnên îro de polîsek birîndar bû.

Parêzgeriya Diyarbekirê 2ê vê mehê ragihandibû ku ji ber xendek bên girtin, asteng bêne rakirin hêzên ewlehiyê dest bi operasyonê kirine.

Piştî 9 rojan, duh tenê 17 saetan qedexe bi awayekê demkî hatibû rakirin û di saet 16.00an de dîsa hatibû ragihandin.

Di vê navberê de hejmareke zêde xelkê sivîl malên xwe bicîh hiştin. Yên ku derfetên wan nebûn bi derekê ve biçin, ji sûkê pêdiviyên xwe kirîn û dîsa vegeriyan malên xwe.

Ji hêla din ve îro dîsa ji navçeyê dengên çek û teqînan dihatin. Çavkaniyeke polîsan ragihand ku di pevçûnan de polîsek birîndar bûye û rewşa wî giran e.