Avusturya hevkariya avakirina Kobanê dike

Parlamentoya Avusturyayê pêşniyar-nameya piştgirî û avakirina bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê pesend kir.

 K24 - Navenda Nûçeyan

Parlamentoya Avusturyayê pêşniyar-nameya piştgirî û avakirina bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê pesend kir.

Derbarê vê mijarê de Parlamentera Partiya Kesk ya Avusturyayê Bêrîvan Aslan biryara parlamentoya xwe wek "dîrokî" binav kir û got: "Biryarek e  girîng û dîrokî bû, herwiha serkeftinek bû bo bajarê Kobanê ji ber bi  rizamendiya hemû aliyên siyasî ev piryar hat standin."

Aslan da zanîn ku piştgiriya avakirina bajarê Kobanê, guhertinek bû di siyaseta Avusturyayê de û diyar kir ku welatê wê dê hemû pêdiviyên avakirina wî bajarî li gor proseyekê ji dest pêka sala nû ve pêşkêş bike.

Li gor Aslan, eger heye ku ev biryar Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan nîgeran bike û daxwaz ji hemû welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku piştgiriya bajarên Kurdan bikin.