Talabanî daxwaz ji Iraqê dike “PKK hembêz” bike

Parlementoya Iraqê di civîna xwe ya îro de, pirsa derbasbûna hêza Tirkî gotûbêj kir.

K24- Navenda Nûçeyan

Seroka lîsteya YNK li Bexdayê, daxwaz ji Iraqê dike ku “Partiya Karkerên Kurdistanê PKK hembêz bike.”

Seroka Lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlementoya Iraqê, Ala Talabanî di civîna îro ya parlementoyê de, derbarê PKK de daxwazek ji Hikûmeta Iraqê kir.

Parlementoya Iraqê civîna xwe ya îro ji bo gotûbêjkirina pirsa (derbasbûna hêzên Tirkî bo Iraqê) taybet kiribû, ku têde Wezîrê Derve, Ibrahîn Ceiferî jî amade bû.

Parlementera YNK, Ala Talabanî di gotina xwe ya li civînê de got: “Bi gotina serokwezîrê Iraqê jî, PKK roleke girîng di azadkirina Şingalê de lîstiye.”

Ala Talabanî berdewam kir û got: “Li gor prensîpa (başî bi başiyê) divê Hikûmeta Iraqê, PKK hembêz bike.”