Eniya Keskê: Pêşmergeyan êrîşeke mezin a DAIŞê têkşikandin

Li eniya Xazirê jî, pêgeheke DAIŞê hat jinavbirin û di encam de 5 çekdar hatin kuştin.

K24- Navenda Nûçeyan

Hêzên Pêşmerge êrîşeke berfereh a çekdarên DAIŞê li eniya Kesekê têkşikandin û 3 otomobîlên bombekirî jî hatin jinavbirin. Li eniya Xazirê jî 5 çekdar hatin kuştin.

Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî di daxuyaniyekê de ragihand ku, çekdarên DAIŞê xwestin ji gundê Aşiq êrîşeke berfereh li dijî pêgehên Pêşmerge li eniya Kesekê ya rojavayê Dicle pêk bînin, lê êrîş hat pûçkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye ku, Hêzên Pêşmerge Karîn 2 otomobîlên bombekirî jinav bibin û xwekujekî DAIŞê jî bikujin, beriya ku bigehe pêgehên wan.

Firokeyên hevpeymanan jî ji esmanan ve alîkarî dabûn Hêzên Pêşmerge û otomobîleke din a bombekirî jinav biribûn.

Li eniya Xazir jî, firokeyan pêgeheke DAIŞê li gundê Gezekan bombebarankirin, di encam de 5 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.