Welatiyên Holê di rewşeke xirab de dijîn

Welatiyên deverê neçarin ji nû ve dest bi jiyana xwe bikin, ji ber ku saman û milk û malên wan talan bûne, herwiha ti saziyên mirovî jî alîkarî li wê navçeyê belav nekirine.

K24 - Navçeya Hol

Piştî rizgarkirina navçeyê koçberên derdora bajarokê Holê, vedigerin malên xwe. Beşek ji welatiyên vegeriyayî ji ber wêranbûn û talankirina milk û malên wan, di rewşeke xirab de dijîn.

Derbarê rewşa navçeyê de welatiyeke bi navê Zehra ji K24ê re got: "DAIŞ li vir bû, serê xelkê jêdikir, sipas bo xwedê ku em jê xelas kirin, lê malên me hatin wêrankirin, em li çolan man."

Gundiyên deverê kelûpelên xwe di nav  malên xwe yên wêrankirî de derdixin, xaniya ji nû ve avadikin, daku xwe ji sermaya zivistanê  biparêzin, herwiha gelek zerar gehiştiye çandiniya deverê jî û hinek berhemên çandiniyê ne hatine çinîn.

Welatiyekî din bi navê Xidir jî bo K24ê wiha axifî: "Em hatin malên xwe, lê xaniyên ma wêrankirîbûn, çandiniya me ne hatiye çinîn, hemû berhemên me têkçûn, pembû û zebeşên me çûn."

Welatiyên deverê neçarin ji nû ve dest bi jiyana xwe bikin, ji ber ku saman û milk û malên wan talan bûne, herwiha ti saziyên mirovî jî alîkarî li wê navçeyê belav nekirine.