Dezgeha Barzanî alîkarî gihandin Qamişlo

40 Alîkarî gihan e Qamişlo û di ENKS serpereştiya parvekirina wan bike.

K24- Qamişlo

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî barek alîkarî gihandina Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, dê ENKS jî serpereştiya parvekirinê bike.

Peyamnêrê K24 li Qamişloyê diyar kir ku, 14 kemyonên alîkariyan bi rêya xala Sêmalka derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne û gihane Qamişlo.

Peyamnêrê me diyar kir ku, ew alîkarî ji xorak û pêwîstiyên sereke, cil û berg, pêwîstiyên kêmendaman pêk tê, radestî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hatiye kirin daku wan parve bike.

Ji dem destpêkirina krîza Sûriyê ve, di sala 2011an de, heta niha Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî 5 barên alîkariyan şandine navçeyên cuda ên Rojavayê Kurdistanê.

Ev yekemîn car e jî ku ENKS dê serpereştiya parvekirina alîkariyan bi ser xelkê de li Qamişloyê bike.