PDK: Heta Adarê dê hemû pirsgirêk çareser bibin

Serkirdeyekî YNKê diyar dike ku, civînên aliyên siyasî dûr ji çavê medyayê birêve diçin.

K24- Hewlêr

Serkirdeyekî PDK diyar dike ku, dê heta Adarê hemû pirsgirêkên Herêma Kurdistanê çareser bibin. Serkirdeyekî YNK jî dibêje civîn berdewam in.

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Ceifer Êmînkî ji K24 re aşkere kir ku, civînên çareserkirina arîşeyên navxweyî li Herêma Kurdistanê berdewam in, lê mîkanîzm hatiye guhertin û êdî dûrî kamera û medyayê civîn birêve diçin.

Êmînkî balkişand ku, niha bêhti civînên du alî birêve diçin, geşbîniya xwe jî anî ziman ku dê heta meha Adarê hemû arîşe çareser bibin.

Hevdem Endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Seidî Ehmed Pîre ji K24 re diyar kir ku, heta niha civîn berdewamin û hewldan tê dayîn ji bo cîbicîkirina rêkeftinan.

Pîre diyar kir jî ku, medyaya Herêma Kurdistanê roleke nerênî lîstiye û hin caran şîroveyên bê bingeh belav dike.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Tevgera Goranê, Şoreş Hacî got ku, ew herdem ji gotûbêjan re amade ne lê “PDK zemîneya diyalogê jinav biriye.”

Mihemd aşkere kir jî ku, derbarê pirsgirêkên navxweyî de wan pêşniyar pêşkeşî YNKê kirine, lê heta niha bersiva wan nehatiye dayîn.