Deriyê Ibrahîm Xelîl hat girtin

Asayişa navçeyê dibêje ku heta niha dema vekirina derî nediyar e.

K24- Ibrahîm Xelîl

Deriyê sînorî yê Ibrahîm Xelîl hat girtin, berpirsek jî dibêje, ew yek ji sedeme şer û pevçûnên di navbera Tirkiyê û alîgirên PKK de ye.

Deriyê sînorî yê Ibrahîm Xelîl pencereya aborî ya her girîng e di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de.

Cîgirê Rêveberê Asayişa Ibrahîm Xelîl, Enes Sendûrî taybet ji K24 re got ku, derî ji demijêr 14:00 ve hatiye girtin û dema vekirina wê jî nediyar e.

Li gor agahiyên K24, serê sibeha îro şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de li Slopê, Şirnex û Cizîrê derketiye, heta niha jî şer berdewam e.

Ense Sendûrî tekez kir jî ku, heta niha nediyar e dê kengî deriyê Ibrahîm Xelîl vebe.