Jinên Siryanî jî ketîbeyek leşkerî pêk anîn

Feramndareke wê hêzê diyar dike ku, ew di şerê li dijî DAIŞê de beşdar bûn.

K24- Navenda Nûçeyan

Jin û keçên Siryanî ên Rojavayê Kurdistanê, ketîbeyek leşkerî pêk anîne û niha navçeyên xwe diparêzin.

Ketîbeya bi navê “Hêzên Parastina Jinên Bêt Nehrên” di Tebaxa 2015an de hatiye avakirin, grûpa yekem jî li leşkergeha wê hêzê ya li bajarokê Tirbespiyê.

Yek ji şervanên wê hêzê ji ajansa AFP re dibêje ku, ew di şerê azadkirina Holê ji dest çekdarên DAIŞê de beşdar bû, lê şer negehişt bû wê xala ku ew lê.

Herwiha “Hêzên Parastina Jinên Bêt Nehrên” di şerê azadkirina navçeyên başûrê Hesekê de jî beşdar bû.

Navenda perwerdeya hêza navborî li derdora bajarokê Tirbespiyê ye.

Li gor AFP, hejmara “Hêzên Parastina Jinên Bêt Nehrên” niha 50 şervan e, niha jî xulên nû yê perwerdeyê birêve diçin.

Yek ji serkirdeyên wê hêzê jî aşkere dike ku, ji aliyê şêwşirmendên biyanî ve hatine perwerdekirin, bêyî ku diyar bike bê ji çi welatî bûn.