Li Cizîr û Silopiyê qedexe hat ragihandin

Li Diyarbekirê jî şer di navbera xwepêşander û polîsan de derket.

K24- Şirnex

Parêzgeriya Şirnexê ragihand ku îşev ji demjimêr 23:00 û pê de li navçeyên Cizîr û Silopiyayê qerketina kûçe û kolanan hatiye qedexekirin.

Peyamnêrê K24 diyar kir ku, di daxuyaniya parêzgeriya Şirnexê de hatiye ku “li herdu navçeyan ji ber ku xendek bêne girtin, barîkat bêne rakirin û xwenîşander bêne girtin hêzên ewlehiyê dê dest bi operasyonekê bike. 

Li gor daxuyaniyê, dê qedexe ji demjimêr 23:00 û pê de li Cizîr û Silopiuê dest pê bike.

Peyamnêrê me diyar kir jî ku, ji ber aloziyan, bi hezaran welatî ji her du navçyê bar kirine.

Ji aliyê din ve li navenda Diyarbekirê jî di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûnan rû dan.