Barzanî: Pêvajoya çareseriyê wê ji nû ve dest pê bike

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku dê pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê bi awayekî aştiyane were çareserkirin.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di serdana xwe ya Enqereyê de ligel Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, çendîn wezîr û rayedarên Tirk ve rûnişt. Di serdana Barzanî de ku yekem car li Tirkiyêyê alaya Kurdistanê jî bi awayeke fermî hat danîn, yek ji mijarên sereke, pêvajoya aştiya Bakûrê Kurdistanê bû.

Barzanî piştî hevdîtinên ligel rayedarên Tirkiyeyê, daxuyand ku wê proseya aştiyê ya rawestiyayî careke din ji nû ve destpêbike. Ji Koşka Spî ya Tirkiyeyê piştî hevdîtinan hat daxuyandin ku Erdogan li gel Barzanî têkiliyên aliyan, pirsgirêkên herêmî, têkoşîna li dijî terorê û aramiya heremê û girîngiya hevkariya herdu aliyan gotûbê kiriye.

Barzanî li Enqerê bi nûnerên HDP û partiyên din yên Kurd re jî civiya. Nûnerên Kurd ji Barzanî daxwaza piştgirî û navbênkariya berdewama pêvajoya aştiyê kirin. Barzanî got: “Dibe ku ev rewşa aloz demeke din jî bidome, lê belê di encamê de wê pêvajoya çareseriyê tekez ji nû ve destpêbike û wê pirsgirêk bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin.”

Barzanî di derbarê geşkirina pêwendiyên aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyêye de da zanîn ku wî ligel rayedarên Tirkiyê danûstendinan di gelek babetan de kiriye û got: “Me xwest em bizanibin ka çiqas derfet hene ku pêvajoya aştiyê ji nû ve destpê bike.” Di derbarê pirsa encamên serdanê de jî Barzanî anî ziman ku, ew ji encamên vê serdanê razî ye û bi serdaneke serkeftî pêk binav kir, lêbelê ji bo berhemdana encamên vê serdanê pêwîstî bi demê heye.

Barzanî di daxuyaniya li gel rojnamegerên Kurd de di derbarê pêvajoya çareseriya Bakûr de ku ev çend mehin rawestiya ye û şer û pevçûnên piştî rewastandina wê dom dikin de got: “Em li ser babeta rawestina pêvajoya çareseriyê sekinîn. Me hêvî dikir ku ev rewşa aloz derneketibûya holê. Pêvajoya çareseriyê ji bo hemû aliyan rewşeke baş peyda kiribû. Dibe ku demek din jî ev rewşa aloz bidome, lê belê di encamê de wê pêvajoya çareseriyê tekez ji nûh ve destpêbike û wê pirsgirêk bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin.”

Barzani di derbarê vê babetê de da zanîn ku nabe ew qala detayan ku di hevdîtinan de pêk hatine bike û dom kir: “Ji ber ku rewş aloz e, divê em bi sebir û bi hendazeyî nêzîkî meseleyê bibin. Lê em hêvî dikin ku wê pêvajo ji nûh ve destpê bike û ev aloziyaa li Bakur çareser bibe.” Li ser pirsa daxwaza aşkerekirina ku Tirkiye ji Serokê Herêmê Mesûd Barzanî daxwaz kiriye ku ji bo rawestandina pevçûnan navbeynkariyê bike jî Barzanî wiha dom kir: “Hewlên me her berdewam in. Lê belê rewşa niha ne baş e. Astengî ket pêşiya hewlên me û şer berdewam e. Em hêvî dikin ku tafilê şer û pevçûn rawestin.”

 Hevdîtinên bi partiyên Bakur re

Barzanî roja duyem ya serdana xwe de jî li gel nûnerên partiyên kurd kom bû. Rayedarên HDP’ê Hevserok Figen Yüksekdağ, Leyla Zana, Ahmet Türk, Dengir Mir Firat, Osman Baydemir û Nazmi Gür tevlî civîna li gel Barzanî bûn.

Di dûyem civîna li gel Barzanî de jî ji; PSK’ê Aladdin Aras û İlhan Güneri, Kevneserokê Hak-Parê Kemal Burkay, Serokê PAK’ê Mustafa Özçelik, cîhgirê wî Dr. Salih Özgökçe, Serokê PDK Bakur Sertaç Bucak, ji KADEP’ê Nizamettin Maskan û Said Budak, Serokê Hüda – Parê Zekeriya Yapıcıoğlu, ji PAKURD’ê İbrahim Halil Baran û ji KDP –T’yê Cemşid Fırat amade bûn.

Di derbarê hevdîtina bi berpirsên partiyên siyasî yên Bakurî de jî Barzanî da zanîn ku hemû berpirsên partiyên Bakurî jî daxwaz dikin ku pêvajoya aştiyê destpê bike û got: “Hemû jî dibêjin serkeftin di aştiyê de ye.”

Li ser pirsa hevdîtina li gel rayedarên HDP’ê de jî Barzanî diyar kir ku daxwaza wan ji nûh ve destpêkirina pêvajoya çareseriyê û dom kir: “Em dibêjin bila tu kes nebe sedem ku pêvajoya aştiyê rawestandî bimîne. Em vê yekê ji wan dixwazin.”

 Hewla navbeynkariya Bexda û Enqerê

Mesûd Barzanî da zanîn ku di hevdîtinan de babeta tekoşîna li dij DAIŞ’ê hatiye rojevê û ew li ser vê babetê bi hûrî rawestiyane û rayedaran hevbiryariya Tirkiyeyê anîne ziman û ji bo vê yekê pêwîstiya hevkariyê tekez kirine.

Li ser pirsa rojnamegeran ya di derbarê pirsgirêka navbera Bexda û Enqereyê de li ser zêdekirina hejmara leşkerên tirk ên li Başika jî Barzanî diyar kir ku beriya ew bê Enqereyê, ji bo vê pirsgirêkê çareser bikin ew bi Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî û Wêzîrê Parastinê re bi ser têlefonê peyivî ye û hin berpirsên ewlehiyê yên Tirkiyeyê jî çûne Bexdayê û got: “Bi raya min ev babet pir hate mezinkirin. Hejmareke zêde ya leşkerên Tirkiyeyê derbasî herêmê bûne û ji ber vê sedemê di navbera Iraq û Tirkiyeyê de gengeşiyek durust bûye, lê belê em hewl didin ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Di vê babetê de em ne alîgir in. Em li dij DAIŞ’ê şer dikin û pêdiviya me bi hevkariya hemû dostan heye. Ji ber vê yekê jî em ê hewl bidin ku vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Hestên bo danîna Ala Kurdistanê

Di derbarê di hevdîtinan û danîna ala Kurdistanê de jî Barzanî diyar kir ku yekem car e Ala Kurdistanê li Tirkiyeyê bi awayeke fermî di protokolê de tê danîn û got; “Ji bo danîna Ala Kurdistanê, hestên min wek yê her kurdekî bû. Her kurdekî çi hest kiribe, min jî ew hest kir. Lê belê niha li wê qesra ku ew name (Name ya Mele Mistefa Barzanî bo Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Sunay) nehatibû wergirtin em bi Ala Kurdistanê têne pêşwazîkirin. Ji alî min ve hatina Tirkiye ji bo wê derûniyê pir grîng e. Ev guherîneke pir mezin e.“

 “Me ji Tirkiye daxwaza çekan nekiriye”

Li ser pirsa di derbarê ji Tirkiyeyê daxwazkirina çekan jî Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî da zanîn ku wan ji Tirkiyeyê daxwaza çekan nekirî ye û diyar kir ku ew bawer dikin ger ku pêdiviya wan hebe Tirkiye amade ye ku alîkariya wan bike.

Li ser pêwendiyên Tirkiye û Rojava û aloziya ku li ser herêma navbera Efrîn û Kobanê de Barzanî aloziya li vê herêmê destnîşan kir, da zanîn ku li vê herêmê tevlîheviyek durust bûye ku mirov nizane li gel kê bipeyive, û diyar kir ku di nav vê gengeşiyê de êrîşên li ser Efrînê destpêkirine lê belê ew hewl didin ku weke Kobanê ew alîkariya Efrînê jî bikin.

Di derbarê ji alî Tirkiye ve xistina frokeya Rûsya, aloziya ku di navbera Tirkiye û Rûsya de rû da û wel alternatîf grîngbûna gaza Herêma Kurdistanê de Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî anî ziman ku xwezî ew rûdana xistina frokeya Rûsya pêk nehatibûya û got: “Lê belê di vê pirsgirêkê de em ne alî ne. Pêwendiyên Tirkiye û Rûsya yên aborî û her wekî din baş bûn û em hêvî dikin ku ev pirsgirêk bê çareserkirin. Em ji bo herkesî aştiyê pêşniyaz dikin.”