Çekdarên DAIŞê di çemê Firatê re direvin

Firokeyên hevpeymaniya navdewleyî bi awayekî dijwar pêgehên çekdaran bombebaran dikin.

K24- Navenda Nûçeyan

Berpirsekî ewlekarî yê Iraqê ragihand ku, çekdarên DAIŞê di çemê Firatê re ji Rumadî direvin.

Wî berpirsê Iraqî ji malpera Şefeq News re got ku, çekdarên DAIŞê ji encama bombebarana firokeyan û êrîşa hêzên Iraqî direvin.

Li gor wî berpirsî, ku navê wî nehatiye aşkerekirin, çekdarên DAIŞê bi rêya qeyikan di çemê Firatê re li Rumadî direvin.

Herwiha ew çekdarên ku direvin diçin Girava Rumadî li bakurê bajê.

Rumadî navenda parêzgeha Enbarê ye ku ji nêzîk 2 salan ve di dest çekdarên DAIŞê de ye.