Kerry: Em û Rûsyayê hevdeng in

K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Deve yê Amerîkayê, John Kerry li Moskoyê, bi armanca çarenivîsa Serokê Rejîma Sûriyê Beşar Esed û şerê li dijî DAIŞê, li gel Wezîrê Dereve yê Rûsyayê Sergy Lavrov civiya.
Piştî civînê,* konferansek rojnamevanî hat li darxistin û tê de Wezêrê Derve yê Amerîkayî John Kerry, ragihand ku "Em û Rûsyayê li ser metrisiya DAIŞê hevdeng in.” da zanîn ku nabe danûstandin li gel DAIŞê were kirin.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov tekez kir ku şerê li dijî DAIŞê girîngtir e ji kirîza Sûriyê û da zanîn ku DAIŞ kiryarên xwe li Iraq, Yemen û Efxanistanê dike.
Hevdîtinên Kerry û Lavrov di çarçoveya amadekariyên civîna New Yorkê de tên kirin.