Eşîretên Ereban dixwazin YPG ji Girê Spî derkeve

Eşîretên Reqayê radighînin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di bin navê şerê li dijî DAIŞê pekhateya Ereb ji Girê Spî û gundên wê koç dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Eşîretên Reqayê radigehînin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di bin navê şerê li dijî DAIŞê pekhateya Ereb ji Girê Spî û gundên wê koç dikin.

Eşîretên Reqayê îro civînek lidar xistin û piştî civînê di daxuyaniyekê de YPG tuhmetbar kir ku, di bin navê şerê li dijî DAIŞê û baqijkirina Girê Spî ya Rojvay; Kurdistanê ji çekdarê DAIŞê, Ereban ji deverê koç dikin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat jî, “Nabe ti kes ji YPGê derbasî cihên ku çekdarên me lê dimînim.” Herwiha li gor daxuyaniyê Eşîreyên Ereb yên Reqayê daxwaza vekirina lêkolîneke navdewletî debarê bûyera koçkirina Ereban dikin.

Girê Spî di 15 Huzêrana borî de ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin, di dema rizgarkirina bajarokê Girê Spî jî, Tirkiyê YPGê bi koçkirina Tirkmen û Erebên Girê Spî, tuhmetbar kiribû, lê YPGê ew tuhmet ji red kirin.

Eşîretên Reqayê di daxuyaniya xwe de, ji YPGê xwastin ku bajarokê Girê Spî radestî xelkê wê bajarokê bike, bo bi xwe rêvebertiya Girê Spî bikin.

Eşîretên Reqayê gefê li YPG dixwe ku, ew derbarê tiştên ku li Girê Spî û gundê Silokê bûye bêdeng namînin.