Gumrika Xabûrê hat girtin
K24 – Diyarbekir
Ji ber biryara qedexekirina derketina derve ya li navçeyên Cizîr û Silopî ya Şernexê Deriyê Gumrika Xabur jî ji hatûçûnê re hat girtin.
Parêzgeriya Şernexê ragihand ku ji ber pirsgirêka ewlehiyê Deriyê Gumrikê ji duh saet 16.00ê û pê de ji hatûçûna otombêl û rêwiyan re hatiye girtin.
Herwiha hat ragihandin ku heta qedexe li herdu navçeyên navbor ranebe dê Xabûr jî neyê vekirin.
Ji ber vê biryarê li ser rêya Cizîr û Silopiyê bi sedan otombêl rêz bûne.