Firokeyên nenas li esmana Efrînê digerin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê radigehîne heger çi firoke li esmana Efrînê bigerin, dê bi armanca wan be.

K24 – Efrîn

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê radigehîne heger çi firoke li esmana Efrînê bigerin, dê bi armanca wan be.

Berdevkê YPG li Efrînê, Firat Xelîl ragehand ku, pêr firokeyeke Helîkopter nenas li esmana Efrînê digeriya. Xelîl da zanîn jî, ku ew nizanin sedema firîna wê Helîkopterê jî çi ye.

Xelîl ragehand jî, “Heger careke din ew firoke li esmana Efrînê bigere, dê ji aliyê me ve were armanckirin, heger yê kîjan aliyê be jî.”

Her li gor çalakvanên herêma Efrînê ku, pêr firokeyeke rêjîma Sûriyê li gundê Stêr ya li bakurê Efrînê bi 5 k.m  daket erdê, dora 25 xulekan ma, piştre firiya û çû.

Her li gor çalakvanan ku, duh jî Helîkopterek ji aliyê başûrê Efrînê ve li esmana Efrînê geriya.