Civîna New Yorkê bi beşdariya Rûsyayê birêve diçe

Wezîrê Derve yê Amerîkayê radigehîne ku Rûsya dê di hevdîtina New Yorkê de ya derbarê dîtina çareseriyek diyasî ji krîza Sûriyê re beşdar bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê radigehîne ku Rûsya dê di hevdîtina New Yorkê de ya derbarê dîtina çareseriyek diyasî ji krîza Sûriyê re beşdar bibe.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry îro ji Moskoyê de piştî hevdîtina ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re, ragehand ku, civînek navdewletî li ser astê wezîrê derve dê li New Yorkê roja 18 Kanûnê, birê ve biçe.

Ji aliyê xwe ve jî, Putin ragehand ku “Em bi wê yekê re ne, ku roja 18 Kanûnê li New Yorkê, grûpa navdewletî ya ji bo alîkariya Sûriyê bicive.”

Rûsyayê li ser zarê Wezîrê Derve Sergey Lavrov  red kiribû ku ti sûde ji civîna li New Yorkê hebe, berya cibîkirina xalên civînên Viennayê.

Wezîrê Deve yê Amerîkayê John Kerry bi armanca çarenivîsa Serokê Rejîma Sûriyê Beşar Esed û şerê li dijî DAIŞê, gihêştibû Moskoyê.