Barzanî: Divê di paşeroja Iraqê de rola hemû pêkhateyan hebe
.jpg)
K24- Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ragihand ku, pêwîst e rola pêkhateyan di paşeroja navçeyên azadkirî de hebe.
Ev daxuyaniya Barzanî di dema pêşwazîkirina, Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî yê Iraqê, Falih Feyad de hat.
Di hevdîtinê de Feyad silav û rêzên Serokwezîrê Iraqê bi Serokê Herêma Kurdistanê gihand. Herwiha serkeftinên Pêşmerge û azadkirina Şingalê jî pîroz kir.
Di civîna Barzanî û Feyda de, rewşa siyasî û ewêehî ya navçeyê, pêwendiya di navbera dewleta Iraqê û cîranan û babeta hatina artêşa Tirkiye ya nêzîkî Musilê hate gotûbêjkirin.
Her du aliyan jî tekez li wê yekê kirin ku pêwîst e hemû pirsgirêkên di navbera Iraq û cîranên wîê de bi rêya diyalogê ve bêne çareser kirin.
Di beşekî dinê civînê de behsa pêşketinên meydanî yên dawî ya şerê dijî terorîstên DAIŞê û herwiha serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Hêzên Iraqî li bereyên şer û plana azadkirina Musil û qonaxa piştî şerê DAIŞê kirin.
Di vê derbarê de Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku, divê pêkhateyên Iraqê xwedan rol bin di paşeroja navçeyên azadkirî de.